Şêwirmendê Bilind ê Xamineyî hat kuştin

Kanal 12ˊan a Îsraîlê ragihand ku Şêwirmendê Bilind ê Elî Xamineyî û Rêveberê Ofîsa wî ya li Tehranê Esxer Mîrhicaz di êrişa hêzên hewayî yên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Şêwirmendê Bilind ê Xamineyî hat kuştin
6 adar, 2026   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişên xwe li ser Îranê û hedefgirtina berpirsên payebilind didomînin û hate ragihandin ku şêwirmendekî din ê payebilind ê Elî Xamineyî jî hate kuştin.

Têkildarî mijarê, Kanal 12ˊan a Îsraîlê ragihand ku Şêwirmendê Bilind ê Elî Xamineyî û Rêveberê Ofîsa wî ya li Tehranê Esxer Mîrhicaz di êrişa hêzên hewayî yên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Ev di demekê de ye ku beriya çend rojan Serokê DYA’yê Donald Trump got ku wan 49 fermandarên leşkerî û berpirsên payebilind ên Îranî kuştine.