Îsraîlê planên berdewama şer li Îranê û Lubnanê qebûl kirin

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê ragihand ku planên berdewama şerê li Îran û Lubnanê qebûl kirine û destnîşan kir ku "armancên li Îranê amade ne".

Îsraîlê planên berdewama şer li Îranê û Lubnanê qebûl kirin
15 nîsan, 2026   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamir di gera şopandina hêzên Firqeya 162ˊyan a li beşa rojavayê başûrê Lubnanê de anî ziman ku "Me duh planên berdewama şer çi li Lubnan an jî li Îranê qebûl kirine."

Zamir diyar kir ku "Em nahêlin Îran destkeftiyan di dosyaya nukleerî, li Hurmuz û dozên pêşniyarkirî de pêk bîne. Em di rewşa amadekariya herî bilind de ne, armanc amade ne û em dikarin êrişeke xurt bi awyekî tavilê pêk bînin."

Zamir anî izman ku artêşa Îsraîlê li gelek eniyan êrişên li dijî Hizbullahê zêde kirine û ji destpêka şer de 1700 Hizbullahî hatine kuştin.

Eyal Zamir destnîşan kir ku artêş êrişên xwe yên leşkerî li bajarê Bint Cibêl ê başûrê Lubnanê didomîne û got, "Min ferman daye artêşê ku herêma başûr heta bi Çemê Lîtanî bibe herêma kuştina Hizbullahê."

(fr)