Li Reqa û Helebê bermahî teqiyan; kesek mir

Di 2 teqînên cuda yên ji ber bermahiyên şer li gundewarê Reqa û Helebê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bûn.

Li Reqa û Helebê bermahî teqiyan; kesek mir
15 nîsan, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li pêş deriyê kampa Eqtan a bajarê Eyn Îsa yê girêdayî bakurê Reqayê mayînek ji bermahiya şer bi erebeyekê de teqiya, di encamê de kesek mir.

SOHRˊê diyar kir ku di bûyereke din a teqandina bermahiyek şer de li herêma Şêxler a girêdayî gundewarê Kobanê yê rojhilatê Helebê welatiyek birîndar bûn. Dema welatî bi traktora xwe zeviyê xwe cot dike mayîn pê de diteqe û birîndar bûn. Welatiyan ew rakirin navendeke tibî.

Digel belavbûna bermahiyên şer û êrişên leşkerî li piranî herêmên Sûriyeyê bûyerên wiha dibin sedema kuştina welatiyan û çareseriyên bingehîn nîn in.

Li gorî SOHRˊê ji Çileya par heta îro, di encama teqandina bermahiyan de 149 kesan, di nav de 49 zarok û 7 jin, jiyana xwe ji dest daye.

(fr)