DAIŞ "lêçûna birêvebirinê" li ser Sûriyeyê giran dike

Çapemeniya Erebî di rojevên xwe yên îro de bal kişand ser vegera DAIŞˊê li Sûriyeyê ku di çarçoveya şerekî westandinê de tê, zêdebûna hevrikiya di navbera Îran û Îsraîlê de li Lubnanê û berdewama têkçûyîna NYˊyê li Lîbyayê.

DAIŞ "lêçûna birêvebirinê" li ser Sûriyeyê giran dike
24 nîsan, 2026   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Erebî bal kişand ser guhertinên çalakiyên DAIŞˊê li Sûriyeyê, hevrikiya navneteweyî ji bo Lubnanê û têkçûna siyasî li Lîbyayê. 

ˋDAIŞ PÊŞANIYAN DIGUHERÎNE Û DIXWAZE "LÊÇÛNA BIRÊVEBIRINÊ" LI SÛRIYEYÊ ZÊDE BIKEˊ

Der barê rewşa Sûriyeyê de, ronameya Şerq El Ewset ragihand ku Sûriye di destpêka salê de piştî nearamiyên navxweyî ket nav rewşek aram a nisbî, ku bi hewldanên ji nû ve şekildana avahiyên ewlehî û siyasî re hevdem bû, nemaze piştî rêkeftinên bi Hêzên Sûriya Demokratîk re. Lê van guhertinan welat bi dijwariyek nû re rû bi rû hişt; vejandina çalakiyên DAIŞˊê ku dixwaze ji valahiyên ewlehiyê sûd werbigire da ku cihekî ji nû ve bi dest bixe.

Rojnameyê destnîşan kir ku herêma Cizîra Sûriyeyê di 2026ˊan de bû qada herî berbiçav ji bo çalakiyên "rêxistinê", nemaze piştî vekişîna Amerîkayç û ji nû ve bicihkirina hêzan, wê yekê rewşeke ewlehî ya nû afirand ku "rêxistinê" bi zêdekirina êrişên xwe sûd wergirt, tenê di Adarê de bi qasî 22 êrişan pêk anîbûn.

Rojnameyê diyar kir ku DAIŞˊê stratejiya xwe ji kontrola herêmî guhertiye şerê koman û êrişên sînorkirî, hedefgirtina cihên leşkerî û binesaziyê da ku hewl bide lêçûna rêveberiyê ji bo rayedarên li Şamê zêde bike. Her wiha ew hewl dide ku xîtaba olî û medyayî bi kar bîne da ku xwe wekî "hêzek berxwedêr" ji nû ve nîşan bide, di heman demê de hewl dide ku şiyana hikûmetê ya sepandina ewlehî û aramiyê têk bibe.

Rojnameyê lê zêde kir ku DAIŞ ji dabeşbûnên civakî û rewşa aborî ya xirab sûd werdigire da ku bandora xwe berfireh bike, bi taybetî balê dikişîne ser wergirtina ciwanan li kampên penaberan, amûrên ragihandinê yên nûjen û xîtaba seferberkirinê bi kar tîne.

Rojnameyê di dawiyê de da zanîn ku her çend rêxistin êdî nikare axê kontrol bike jî, ew hîn jî kapasîteya çêkirina têkçûnê û zirarên ewlehî û siyasî diparêze, ku qonaxa din dike ceribandinek ji bo şiyana dewletê ya avakirina aramiyê.

ˋMÎSYONA RIZGARKIRINA LUBNANÊ JI ÎRAN Û ÎSRAÎLÊˊ

Di warê Lubnanê de jî, rojnameya "Nidaa Al Watan" diyar kir ku Lubnan di nav guhertinên herêmî yên berfireh de ye. Ev yek di bin çavdêriya rêveberiya Trump de tê kirin ku hewl dide rêkeftinên nû ferz bike, Hizbullah bêçek bike danûstandinên nû bi Îsraîlê re veke.

Rojnameyê destnîşan kir ku Lubnan bi pirsgirêkên tevlihev ên di navbera bandora Îranê û zexta Îsraîlê de rû bi rû ye, bêyî ku garantiyek zelal ji bo vekişînek tevahî ya Îsraîlê yan serkeftina pêvajoyek aştiyê ya domdar hebe. Rojnameyê hişyarî da ku nakokiya herêmî rola Ereban bêtir qels dike û herêmê di nav hevsengiya hêzê ya navbera hêzên mezin de digire.

ˋLÎBYA Û BERDEWAMIYA TÊKÇÛNA NYˊYÊˊ

Der barê rewşa Lîbyayê de, rojnameya El Ereb nivîsand ku krîza Lîbyayê hîn jî çareser nebûye, tevî bangên nûnera NYˊyê Hanna Tetteh ji bo yekbûna saziyan û lidarxistina hilbijartinên neteweyî.

Rojnameyê destnîşan kir ku civaka navneteweyî di salên dawî de, ji ber berjewendiyên nakok ên di nav Konseya Ewlekariyê de û dabeşbûna navxweyî ya berdewam ku astengiya pêkanîna nexşerêya NYˊyê dike, pêşketinek berbiçav bi dest nexistiye. Her wiha bal kişand ser xirabûna krîza aborî û xirabûna şert û mercên jiyanê, di demekê de ku petrol wekî kaxezek danûstandinê di navbera aliyên hevrik de tê bikaranîn.

Di dawiyê de Lîbya li ser xaçerêyek siyasî û aborî ye û nebûna berdewam a lihevhatina navneteweyî û navxweyî gefê li dirêjkirina krîzê dixwe û şansên aramiyê têk dibe.

(fr)