Îsraîlê kuştina 3 rayedarên Hemasê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezayê 3 rayedarên tevgera Hemasê hatine kuştin. Di nav wan de serokê hikumeta Hemasê ya Xezayê Rûhî Meştehî jî heye.

Îsraîlê kuştina 3 rayedarên Hemasê ragihand
3 cotmeh, 2024   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku serokê hikumeta Hemasê ya Xezayê Rûhî Meştehî, rayedarê dosyaya ewlehiyê ya Nivîsgeha Siyasî û Komîteya Rêveber Samih El Serac û serokê Rêxistina Ewlehiya Giştî ya Hemasê Samî Ewde hatine kuştin. 

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê X’ê wiha nivisî: "Balafirên şer ên hêzên hewayî beriya 3 mehan her sê kes di jêrzemîneke li bakurê Xezayê de ku xwe lê veşartibû, bombebaran kiribûn."

(şx)