200 şervan tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûn
200 ciwan piştî dewreya perwerdeyê li Akademiya Şehîd Kesko bi dawî kir, tev li refên Hêzên Erka Xweparastinê bûn.
Li Akademiya Hêzên Erka Xweparastinê ya Şehîd Kesko ya Hêzên Erka Xweparastinê ya li bajarê Reqayê dewreyeke perwerdeyê bi merasîmekê bi dawî bû.
Dewreya perwerdeyê ku navê Şehîd Şêrhat Qamişlo lê hatibû kirin, beriya 45 rojan bi beşdariya 200 şervanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû.
Endamên Desteya Parastinê, Meclisa Sivîl a Reqayê û endamên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê tevî malbatên şervanan, di merasîmê de amade bûn.
Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Îman El Weza bidawîkirina dewreya perwerdeyê li şervanan pîroz kir û di kesayeta şehîd Şêrhat Qamişlo de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Îman bi bîr xist ku di dewreyê de waneyên bîrdozî yên li ser felsefeya neteweya demokratîk û waneyên leşkerî hatin dîtin. Îman hêvî kir ku şervan ji bo parastina herêmê amade bin û serkeftin jê re xwest.
Piştre şervanên perwerde bi dawî kir soza şopandina xeta şehîdan û parastina herêmê dan, torana leşkerî li dar xist. Di dawiyê de şervan li yekîneyên xwe hatin belavkirin.
(bb)
ANHA