Îsraîlê herêmên Sûriyeyê hedef girtin

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê daxuyand ku Îsraîlê êrişî derdora Şamê û Siwêdayê kir.

Îsraîlê herêmên Sûriyeyê hedef girtin
29 kanûn, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

 Wezareta Parastina ya hikumeta Şamê ragihand ku duh 2 caran û berbanga îro Îsraîlê êrişî herêmên Şamê û başûrê Sûriyeyê kirin.

Wezaretê daxuyand ku şeva berê saet di 23:05′an de Îsraîlê êrişeke asîmanî ji Colana Sûriyeyê ya dagirkirî ve hin nuqteyên herêma başûrê kirin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî anî ziman ku Îsraîlê di êrişên xwe de nuqteyeke pergala parastina asîmanî ya Sûriyeyê ya li Siwêdayê hedef girt, her wiha nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê jî kir armanc.

Der barê êrişên Îsraîlê yên duyemîn de çavkaniyekî leşkerî anî ziman ku nêzî 01:20′an berbanga îro Îsraîlê ji xaka Lubnanê ve gelek nuqteyên li derdora Şamê kirin armanc, pergala parastina asîmanî gelek moşekên Îsraîlê xistin xwarê û di encama êrişê de zirarên madî çêbûn.

(fr)