Îsraîlê encamên êrişa Hizbullahê aşkera kir

Îsraîlê ragihand ku Hizbullah ji Lubnanê bi 210 moşek û 20 balafirên bêmirov êriş bakurê Îsraîlê kiriye.

Îsraîlê encamên êrişa Hizbullahê aşkera kir
25 tebax, 2024   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hizbullahê Lubnanê vê sibê bi 210 moşekan û 20 balafirên bêmirov êriş bakurê Îsraîlê kiriye. Artêşê diyar kir ku hin moşek xistiye û di encamê de zirar û birîndar çêbûye.

Li gorî radyoya artêşa Îsraîlê piraniya moşekan li "herêmên vekirî" ketine.

Radyoyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên agahdar wergirtine, diyar kir ku Hizbullah plan dikir herêma Gelîlot a li nêzî bajarê Til Evîvê ku navenda Mosadê û yekîneya 8200 a îstixbarata leşkerî û gelek avahiyên stratejîk tê de hene, bombebaran bike.

Radyoyê da zanîn ku Hizbullah plan dikir bi sedan moşekan bavêje û di avêtina 210 moşekan û 20 balafirên bêmirov de bi ser ketiye û diyar kir ku êrişa wê bi giştî nehatiye têkbirin lê bi awayekî beşî. Radyoyê di heman demê de hişyarî da ku şiyana Hizbullahê nêzî 150 hezar moşek e û hîna gelekî mezin in."

Hizbullah diyar kir ku di qonaxa yekemîn a êrişê de 320 moşek avêtine û 11 baregeh û navendên Îsraîlê hatine hedefgirtin, her wiha balafir jî mîna ku hatiye plankirin, derbas bûn.

Hizbullah, îdiayên artêşa Îsraîlê ku operasyona wê ya leşkerî bi bin ketiye, derewandin.

(şx)