Dadgeha PDK’ê salek û 6 meh cezayê girtîgehê li mamostayekê birî

Dadgeha Hewlêrê bi senaryoyek derew û tometên bê bingeh salek û 6 meh cezayê girtîgehê li ser Mamosta Loqman Necim Becîd ê ji navçeya Soran birî.

Dadgeha PDK’ê salek û 6 meh cezayê girtîgehê li mamostayekê birî
25 tebax, 2024   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Dadgeha Hewlêrê bi tometên bê bingeh û ne rewa runiştina doza Mamosta Loqman hate lidarxistin.

Dadgeha Hewlêrê bi ‘tometa’ ku 3 qotî piskêt ji bo Gerîlayên Azadiyê biriye, salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Mamosta Loqman Necim birî.

Mamoste Loqman Necim Becîd beriya niha jî ji ber beşdarbûna xwepêşandanan û balkişandina li ser pirsgirêkên mamostayan, du caran ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû girtin.

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekê ye ku dadgehên di bin kontrola PDKê de bi tometên derew ceza li azadîxwaz, mamosta, rojnamevan û çalakvanan derdixin. Her kesê ku rexneyan li rayedarên PDK’ê dike, bi endambûna PKK’ê, sîxuriyê ji bo welatên din an jî gef li saziyên hikûmetê tê tometbarkirin û cezayên giran lê tên birîn.