Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Dilgeş (Hesen Îsmaîl El Şêx).

Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Dilgeş sersaxî hat qebûlkirin
25 tebax, 2024   14:16
REQA

Endamên saziyên sivîl û şervanên meclisên leşker jî di nav de, bi sedan şêniyên kantona Tebqayê sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Dilgeş (Hesen Îsmaîl El Şêx) re xwest. Sersaxî ji bajarokê Hemamê û Tebqayê hat qebûlkirin û merasîmeke hat lidarxistin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Hesna El Elî ku di merasîmê de axivî got "Şehîdan ji bo welatekî azad ku tevahî pêkhateyan hembêz dike, canê xwe feda kirin. Bi saya şehîdan me destkeftî bi dest xistin."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Seqir Cirniye soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em hêza xwe ji fedakariyên şehîdên xwe digirin. Israra me ya pêkanîna armancên şehîdan zêdetir dibe."

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Ehmed El Omer anî ziman ku şehadet rêya azadî, wekhevî û edaletê ye û wiha domand:  "Me bi salan zulm û çewisandin dît. Bi saya şehîdan em niha bi aştî û ewle dijîn. Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin û di oxira wê de berdêlên giran bidin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Dilgeş hat xwendin û radestî malbatî wî hat kirin. Merasîm bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd" bi dawî bû.

Şervanê QSD’ê Dilgeş (Hesen Îsamîl  El Şêx) 21’ê vê mehê dema erka xwe bi cih dianî li Minbicê şehîd bû.

(bb)

ANHA