Yekem kafeya ji bo jinan li Girkê Legê hat vekirin

Sîham Baco û hevala wê hewl didin ku bi vekirina kafeyeke taybetî ji bo jinan li Girkê Legê, ji bo jin û keçên ciwan hawîrdorek rehet û ewle peyda bikin. Ev kafe bûye cihekî bêhnvedanê ji bo jinên li bajêr.

Yekem kafeya ji bo jinan li Girkê Legê hat vekirin
1 hezîran, 2026   06:00
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Sîham Baco ya 27 salî, bi salan xebata ciwankariyê dikir û saloneke jinan bi rê ve dibir. Lê niha wê yekem kafeya taybet ji bo jinan li bajarê Girkê Legê vekir. Wê bi armanca peydakirina cihekî ewle û rehet ji bo jin û keçên ciwan di nava bajêr de dest bi vê projeya nû kir.

Kafeya SESO, nêzî mehek berê vebû û ji hêla Sîham û jineke din ve tê birêvebirin.

Fikra projeyê ji wê yekê hat, dema Sîhamê dît ku ji bo jinan cihên taybet tune ne, berevajî wê kafeyên ji bo mêran pir in. Ev yek bû sedem ku ew cihekî bifikire ku dê derfetê bide jinan ku bi serbestî lê rûnin û bêhna xwe vedin.

Sîhamê diyar kir ku armanca projeyê ji vekirina kafeyekê wêdetir e, ew armanc dike ku ji bo jinan hawîrdorek ewle û rehet peyda bike ku ji bo kombûnên heval, xwendekar û jinên ji her temenî guncaw be.

Berî destpêkirina projeyê re ew bi çend heval û nasên xwe şêwirî û wan jî piştgirî da.

Ji rojên destpêkê ve, gelek jinên bajêr serdana kafeyê dikin ku gelek ji wan kêfxweşiya xwe ji hebûna cihekî taybet ji bo jinan li Girkê Legê anîn ziman. Sîhamê diyar ku jin dikarin bikevin warên cuda û projeyên serketî bi rê ve bibin. Her wiha bal kişand girîngiya piştgirîkirin û hêzdarkirina jinan di warê aborî û civakî de.

(k)

ANHA