Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Îsraîl bajarokên Bafliye û Hanîn ên dikevin başûrê Lubnanê bombebaran kirin. Herêmên rojava û navendî yên başûrê Lubnanê jî hatin topbarankirin.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
20 adar, 2026   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Bafliye û Hanîn bombebaran kirin. Her wiha herêma rojava û navîn a başûrê Lubnanê jî bi çekên giran ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin topbarankirin.

Ajansê da zanîn ku di encama bombebaran û topbaranê de birîndar hene lê hejmara wan diyar nekir.

Li gorî heman ajansê, Îsraîlê bajarokên El Sultaniyê, Dibal, Bint Cubeyl, Eynata û Tebnîn jî yên dikevin başûrê Lubnanê jî bombebaran kirin.

(np)