Îsraîl: Em ê li Cebel El Şêx bimîne

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku artêş dê li lûtkeya Cebel El Şêx a di navbera Sûriye û Lubnanê de dimîne.

Îsraîl: Em ê li Cebel El Şêx bimîne
26 tebax, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro (sêşem) diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji bo parastina niştecihên Colanê ji gefên gengaz ên ji hêla Sûriyeyê ve dê li lûteka Cebel El Şêx û herêma tampon bimîne.

Katz anî ziman ku dê parastina Durziyên li Sûriyeyê bidomînin.

Duh Wezareta Karên Derve yê hikumeta Şamê derbasbûna hêzên Îsraîlê ya li herêma Bêt Cin a gundewarê Şamê û kontrola wê ya girê Bat El Werdê yê Cebel El Şêx şermezar kir û diyar kir ku" ev rageşî xeternak e, gefan li aştî û ewlehiya herêmî dixwin, her wiha hewldanên aramiyê qels dikin û aloziya li herêmê zêde dikin."

Wezaretê bang li NYˊyê kir  û got "Ji bo pêşîgirtina li kiryarên dijminane tedbîrên bi lez bigire."

Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî jî duh banga piştgiriya avakirina herêmeke serbixwe ji bo durziyan kiribû û got, bûyerên dawîn ên li Siwêdayê bi armanca qirkirina Durziyan bû.

(fr)