Îsraîl di mehekê de 7 caran êrişî Sûriyeyê kir

Artêşa Îsraîlê di Mijdarê de 7 êrişên hewayî û bejahî li dijî Sûriyeyê pêk anîn.

Îsraîl di mehekê de 7 caran êrişî Sûriyeyê kir
Îsraîl di mehekê de 7 caran êrişî Sûriyeyê kir
Îsraîl di mehekê de 7 caran êrişî Sûriyeyê kir
Îsraîl di mehekê de 7 caran êrişî Sûriyeyê kir
3 kanûn 2023   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN
QASIM QASIM

Îsraîl ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve deverên cûda yên Sûriyeyê dike hedef. Di Mijdarê de 7 êrişên hewayî pêk anîn ku yek ji wan bi beşdariya Amerîkayê hat kirin. 

9`î Mijdarê Îsraîlê baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li rojhilat û başûrê welat, her wiha noqteyên li paytextê bombebaran kirin. Di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin, hêzên hewayî yên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê depoyeke çekan a girêdayî hêzên Îranê kir hedef.

10`ê Mijdarê artêşa Îsraîlê hin noqteyên li Sûriyeyê bombebaran kiribûn û wekî bersiva êrişa bi balafireke bêmirov a li dijî bajarê Îlat nirxand.

11`ê Mijdarê artêşa Îsraîlê baregehên li Hirş Nafe û bendava Kewkeb ên li rojavayê Derayê bombebaran kirin.

17`ê Mijdarê jî artêşa Îsraîlê ji Colanê bi moşekan derdora taxa Seyda Zeyneb a li parêzgeha gundewarê Şamê topbaran kir.

22`yê Mijdarê artêşa Îsraîlê deverên di navbera Midemiya Qelemûn  û Qitîfa de yên li gundewarê Şamê û herêma Behdeliye ya li Seyda Zeyneb kirin hedef.

Piştî êrişa 22`yê Cotmehê, balafirgeha Şamê careke din ket xizmetê; lê artêşa Îsraîlê 26`ê Mijdarê careke din balafirgeha Şamê ya navneteweyî kir hedef. Di encamê de balafirgeh dîa ji xizmetê derket û rêwîtiyên balafirên têne Şamê ji bo balafirgehên Heleb û Laziqiyeyê hatin veguhastin.

(şx)

ANHA