‘Îsraîl bi rêya Sûriyeyê Hizbullahê dorpêç dike, Iraq ber bi aloziyê ve diçe’

Medyaya erebî nivîsî ku vekirina rêyeke nû ya ji bo derbasbûna hêzên Îsraîlê nav axa Sûriyeyê ber bi Lubnanê ve, dê rê li ber Hizbullahê bigire. Her wiha nivîsîn ku Bab El Mendeb di şerê Rojhilata Navîn de bûye hedef û Iraq niha di dilê nakokiya DYA-Îranê de ye.

‘Îsraîl bi rêya Sûriyeyê Hizbullahê dorpêç dike, Iraq ber bi aloziyê ve diçe’
30 adar, 2026   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser tevgerên Îsraîlê yên li Sûriye û Lubnanê, rewşa Bab El Mendebê û bûyerên li Iraqê nivîsîn.

‘ÎSRAÎL RÊYEKE NÛ YA DERBASBÛNA JI SÛRIYEYÊ BER BI LUBNANÊ VE VEDIKE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat nivîsî ku derbasbûna hêzên Îsraîlê ber bi Lubnanê ve bi rêya Cebel El Şêx, rewşeke nû li ser erdê diçespîne. Artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyoneke sînorî ya li Cebel El Şêx ê Sûriyeyê dest pê dike û digihêje herêma Çiyayê Rûsê yê di nav axa Lubnanê de ku ev gav daxwaza Îsraîlê ya berfirehkirina çarçoveya operasyonan li Lubnanê, nîşan dide.

Ev pêşketin ji operasyoneke keşfê ya herêmî wêdetir diçe û stratejiya avantajeke erdnîgarî ya zelal nîşan dide. Ji ber ku ew devera bilind dihêle ku deverên berfireh werin kontrolkirin.

‘ÇARENÛSA BAB EL MENDEB DÊ BIBE MÎNA YA TENGAVA HURMUZÊ’

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku Tengava Bab El Mendeb piştî Tengava Hurmuzê ku Îranê ji ber êrişên berdewam ên DYA-Îsraîlê girtiye, ji bo aboriya cîhanê wekî xeta duyemîn a jiyanê tê hesibandin. Bi hebûna koma Hûsiyan a Yemenê ku li kêleka Îranê beşdariyeke xurt nîşan dide, Bab El Mendeb niha bi gurbûna şer re, bi xeniqandin û girtinê re rû bi rû ye ku ev yek dê bandorên şer li ser enerjî û xurekê duqat bike.

‘IRAQ DI DILÊ NAKOKIYA DYA-ÎRANÊ DE YE: DEWLET LI DIJÎ KOMÊN ÇEKDAR’

Rojnameya Independent Arabia li ser rewşa Iraqê nivîsî û diyar kir ku ezmanên welêt rojane bi balafirên şer û dronan tijî ne, carinan li hedefên DYA’yê dixin û carinan jî cihên komên çekdar û hêzên artêşa Iraqê bombebaran dikin.

Ji hêla siyasî ve, rewş ji bo hikumeta Bexdayê tevlihevtir û krîtîktir xuya dike. Bi zêdebûna êrişên komên çekdar ên li ser welatên cîran, daxuyaniya hevbeş a ku ji hêla dewletên Konseya Hevkariya Kendavê û Urdunê ve hatiye weşandin, bang li hikumeta Iraqê kir ku "tedbîrên pêwîst bigire da ku tavilê êrişên komên çekdar û milîsan ên ji axa Iraqê li dijî welatên cîran rawestîne, da ku têkiliyên biratiyê biparêzin û alozî mezintir nebe.”

(k)