50 hezar leşkerên DYA’yê li Rojhilata Navîn in

Wezareta Parastinê ya DYA’yê ragihand ku zêdetirî 50 hezar leşker beşdarî operasyona “Hêrsa Destanî” ya li Rojhilata Navîn bûne.

50 hezar leşkerên DYA’yê li Rojhilata Navîn in
30 adar, 2026   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku zêdetirî 50 hezar leşkerên wê beşdarî operasyona "Hêrsa Destanî" ya li Rojhilata Navîn bûne. Li gorî wezaretê, ji destpêka operasyonê ve zêdetirî 10 hezar cih li Îranê hatine hedefkirin.

Berdevka wezaretê Kingsley Wilson got hêzên amerîkî serdestiya qadên hewayî û deryayî û "hedefgirtina gefên rejîma Îranê" didomînin.

Li gorî agahiyên ku rayedarên leşkerî dane rojnameya New York Times; “Piştî şandina 2 hezar û 500 leşkerên hêzên deryayî û 2 hezar û 500 leşkerên din, hejmara leşkerên amerîkî li herêmê 50 hezarî derbas kiriye. Ev jî ji ya asayî nêzîkî 10 hezarî zêdetir e. Di vê navberê de, serok Donald Trump vebijêrkên leşkerî yên berfirehtir dinirxîne. Di nav de jî êrişeke berfireh an jî desteserkirina giravek an devereke di nav Îranê de da ku Tengava Hurmuzê ji bo keştivaniyê vebe.”

Li gorî hin raporan, nêzîkî 2 hezar leşkerên Firqeya 82'yan a hewayî bo cihên nepen ên di nav sînorên Îranê de hatine şandin, bi îhtîmala ku ji bo desteserkirina Girava Xarg werin bikaranîn.

(bb)