Îranê êrişî Herêma Kurdistanê kir

PAK’ê ragihand ku di saet 09:22’an de, Îranê bi çar mûşekên balîstîk êrişî ser baregeha Artêşa Netewî ya Kurdistanê kir.

Îranê êrişî Herêma Kurdistanê kir
21 cotmeh, 2026   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku li devera Herîr-Balîsan ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê, Îranê bi çar mûşekên balîsîtk êrişî ser yek ji baregehên Artêşa Netewî ya Kurdistanê kir.

Hate diyarkirin ku êriş vê sibehê di saet 09:22’an de hate pêkanîn, lê ji ber valekirina pêşwext ya baregehê ti ziyanên canî çênebûn.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, tevî agirbestên dem dem hatîn ragihandin jî rejîma Îranê bi berdewam êrişî li ser Herêma Kurdistanê dike. Di encama van êrişan de qurbanî û birîndar her wiha ziyanên madî çêbûne.