Îranê êrişî baregeha Şêx Îsa ya li Behreynê kir

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan êriş birine ser balafirxaneya balafirên bêmirov, matora elektirîkê, sîstema deryayî û avahiya îdarî û xizmetguzariyê ya ser bi artêşa Amerîka ya li Baregeha Şêx Îsa ya li Behreynê û ziyanên mezin gihiştiyê.

Îranê êrişî baregeha Şêx Îsa ya li Behreynê kir
30 tîrmeh, 2026   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tesnîm daxuyaniyeke ya artêşa Pasdaran a Îranê ya têkildarî êrişî navendên Amerîkayê yên li Behreynê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, êrişên li ser baregehên Amerîka yên rojên borî û taybet şeva borî ziyaneke mezin gihandiye amûr û baregehên Amerîka.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku Baregeha Şêx Îsa ya li Behreynê yek ji girîngtirîn û hestyartirîn baregeha Amerîka ya li herêma Kendavê ye û ev agahî hare parvekirin: “Li vê baregehê balafirên sîxûriyê, navendeke girîng a çêkirin û sekinandina helîkopterane û parçeyên yedek yên dronane. Bi vê êrişê me ziyaneke mezin giyandiye kêrhatiya şer û piştgiriya lojîtîkî ya hêzên dijmin.”