Parêzgarê Hesekê û berpirsên Rêveberiya Veguhestinê entegrasyon nîqaş kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û berpirsên Rêveberiya Veguhastinê entegrekirina rêveberiyê di sazûmaniya îdarî de nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê û berpirsên Rêveberiya Veguhestinê entegrasyon nîqaş kir
30 tîrmeh, 2026   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya domandina pêvajoya yekgirtina saziyên hikûmetê de, parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed, îro li avahiya parêzgehê pêşwaziya berpirsên Rêveberiya Veguhastinê kir.

Di civînê de, mekanîzmaya entegrekirinê, avahiya rêxistinî û îdarî ya Rêveberiya Veguhastinê hatin nîqaşkirin.

Beşdaran li ser rêbazên pêşxistina performansa rêveberiyê piştî temamkirina pêvajoya entegrasyonê, bilindkirina asta xizmetan û pêxşxistina  asta îdarî nîqaş kirin.

Parêzgar Nûredîn Ehmed anî ziman ku pêvajoya yekgirtina saziyan li gorî planên hatine danîn berdewam e, bi awayekî ku domandina xizmetên giştî û pêşxistina performansa saziyan were parastin.

Nûredîn Ehmed ji bo serxistina pêvajoya entegrasyonê û avakirina saziyên xurt ku karibin pêdiviyên welatiyan bi cih bînin, girîgniya hevgirtinê destnîşan kir.

(bb)