Pasdarên Îranê êrişî keştiya Abraham Lincoln kir

Pasdarên Îranê ragihand ku wan êrişî keştiya balafirhilgir USS Abraham Lincoln a DYA’yê kiriye.

Pasdarên Îranê êrişî keştiya Abraham Lincoln kir
1 adar, 2026   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Pasdarên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan êrişî baregehên Amerîka yên li herêmê kiriye.

Hate destnîşankirin ku li paytexta Doha ya Qeterê, Behreyn û li Îsraîlê dengên teqînan hatine. Pasdarên Şoreşê ragihand ku wan êrişî Îsraîlê kiriye.

Hate diyarkirin ku di encama êrişên Îranê de li Îsraîlê li Beyt Şemeş a nêzî Qudsê herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku dê “baregehên Amerîka yên li herêmê tune bikin”.