NY: Li Xezayê zêdetirî 38 hezar jin di nav 2 salan de hatin qetilkirin

NYˊyê ragihand ku li Şerîda Xezayê zêdetirî 38 jin di navbera Cotmeha 2023ˊyan û dawiya 2025ˊan de hatine qetilkirin, anku bi navînî rojane herî kêm 47 jin û keç tên qetilkirin.

NY: Li Xezayê zêdetirî 38 hezar jin di nav 2 salan de hatin qetilkirin
17 nîsan, 2026   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku li Şerîda Xezayê di navbera Cotmeha 2023ˊyan û dawiya 2025ˊan de zêdetirî 38 hezar jin û keç hatine qetilkirin.

Berdevka NYˊyê ya Jinan Sophia Kaltroup li Cinêvê ji rojnamevanan re got, "Di navbera Cotmeha 2023ˊyan û Kanûna 2025ˊan de, zêdetirî 38 hezar jin û keç bûne qurbaniyên êrişên hewayî û  bejayî yên Îsraîlê," û destnîşan kir ku di nav wan de "zêdetirî 22 hezar jin û 16 hezar keç hene, ev tê wê wateyê ku navînî her roj herî kêm 47 jin û keç tên qetilkirin."

(fr)