Îran û Omanê li ser trafîka keştiyan a Hurmuzê li hev kirin

Îranê li ser koordînatên derbasbûna keştiyan di Tengava Hurmuzê bi Omanê re lihevkir û destnîşan kir ku daxuyaniya hevbeş dê bê nirxandin.

Îran û Omanê li ser trafîka keştiyan a Hurmuzê li hev kirin
5 tebax, 2026   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Îranê îro ragihand ku bi Seltenet Omanê re li ser koordînatên erdnîgarî yên rêyên derbasbûna keştiyan li Tengava Hurmuzê lihevkirinek pêk hatiye.

Di daxuyaniyekê de ji bo medyayê, wezaretê got ku wan aliyên teknîkî, qanûnî, ewlehî û jîngehî yên deryavaniy, li tengavê bi aliyê Omanî re nîqaş kirine û destnîşan kir ku daxuyaniya hevbeş a di navbera her du welatan de hîn jî di bin nirxandin û nivîsandina dawî de ye.

Wezaretê diyar kir ku Îran bi Pakistan û Qeterê re der barê hewldanên ji bo kêmkirina rageşiyê de danûstandinan berdewam dike û raporên serdanên plankirî yên rayedarên Îranî bo her du welatan dawiya vê hefteyê red kir.

(f)