Parêzgarê Hesekê bi xelkê Hesekê yê li Serêkaniyê re amadekariyên vegerê nîqaş kirin

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed di civînekê de bi şandeya xelkê bajarê Hesekê re yê li Serêkaniyê bi cih bûne gavên û tedbîrên guncaw ên ji bo vegera wan bo herêmên xwe yên Hesekê nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê bi xelkê Hesekê yê li Serêkaniyê re amadekariyên vegerê nîqaş kirin
Parêzgarê Hesekê bi xelkê Hesekê yê li Serêkaniyê re amadekariyên vegerê nîqaş kirin
Parêzgarê Hesekê bi xelkê Hesekê yê li Serêkaniyê re amadekariyên vegerê nîqaş kirin
Parêzgarê Hesekê bi xelkê Hesekê yê li Serêkaniyê re amadekariyên vegerê nîqaş kirin
5 tebax, 2026   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed îro bi şandeyek ji xelkê bajarê Hesekê yên li Serêkaniyê bi cih bûne re civiya. Ev civîn di çarçoveya amadekarî û hewldanên ji bo vegera wan a guncaw bo herêmên wan pêk hat.

Di civînê de nûnerên ji Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê, hejmarek ji nûnerên parêzgehê yên Parlamentoyê (Meclisa Gel) amade bûn.

Di civînê de gav û tedbîrên pêwîst ên hêsankirina vegerê hatin gotûbêjkirin û parêzgar li daxwazên girêdayî qonaxa vegerê û rakirina astengiyan li pêş şêniyan guhdarî kir.

Parêzgar diyar kri ku vegera welatiyan bo herêmên xwe di qonaxa bê de gavên pêşîn in, divê nirxên lêborîn û jiyana hevbeş di nava welatiyan de were rûnişkandin û ji xîtaba nefrete bi dûr bikevin.

(f)