Vegera koçberên Serêkaniyê heta duşemê hat paşxistin

Vegera koçberên Serêkaniyê ya ku diviyabû sibe pêk bihata ji bo roja duşemê hate paşxistin.

Vegera koçberên Serêkaniyê heta duşemê hat paşxistin
5 tebax, 2026   21:28
HESEKÊ

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîn diyar kir ku, piştî hat ragihandin sibe (pêncşem) karwana yekem a koçberên Serêkaniyê vedigere warê xwe, heta roja duşemê hat paşxistin.

Ji ber temamnekirina amadekariyên hejmarek ji malbatan biryara paşxistinê hat dayîn.

Armanc ji paşxistinê vegera birêxistinkirî û ewle ya şêniyan were misogerkirin, da ku beriya vegerin malên xwe aliyên lojistîkî werin temamkirin û tedbîrên vegerê bêyî astengiyan pêk bê.

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî îro ragihandibû ku karwana yekemin a koçberên Serêkaniyê sibe sibehê (6 Tebax 2026) vedigere warê xwe.

(f)

ANHA