Îran: Tu dan û standin bi Amerîkayê re nîn e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyarkir kir ku welatê wî tu dan û standineke rasterast an nerasterast li gel Amerîkayê nake.

Îran: Tu dan û standin bi Amerîkayê re nîn e
3 tebax, 2026   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di daxuyaniyek çapemeniyê de behsa geşedanên dawî kir. Beqayî got: “Danûstandinên me yên li gel Umanê di çend rojên borî de bi awayekî cidî berdewam kirin. Herwiha ew peywendiyên ku Wezîrê Derve yê Îranê li gel hempîşeyên xwe encam dane, bi armanca rêgirtina li berfirehbûna bêîstîqrariyê û parastina berjewendiyên Îranê bûn.”

Beqayî got; “Di dema niha de Tehran tu danûstandinekê li gel Waşîngtonê nake. Em hewl didin bi şêwirmendiya li gel Umanê, rêyekî diyar bikin ku bi awayekî demkî û xwezayî, silametiya hatûçûna deryayî ya li Tengava Hurmizê dabîn bike.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê da zanîn ku Tengava Hurmizê ji ber nakokiyên navbera Îran û Umanê nehatiye girtin, belku ji ber dijminatiyên Amerîkayê yên ji 28’ê Sibata sala borî ve rûbirûyî pirsgirêkan bûye.

Beqayî herî dawî jî got ku heta ku dorpêçên deryayî û binpêkirinên Amerîkayê berdewam bin, tu guhertineke berçav di rewşa Tengava Hurmizê de çênabe.

Hêjayî gotinê ye îro Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wê navbera DYA û Îranê  tûreke nû ya muzakereyê destpê bike. Trump di balafira xwe ya Air Force One de ji rojnamevanan re axivî û got, hevdîtin wê ji bo bidawîkirina şer û bicihanîna çareseriyeke mayînde were kirin.