Di civîneke li Tirbespiyê qurbaniyên Fermana 74’an hatin bibîranîn

Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera 12`an a Komkujiya Şengalê civînek li dar xist û beşdaran da zanîn ku bi van kiryaran gelê resen ê herêmê tê hedefgirtin.

Di civîneke li Tirbespiyê qurbaniyên Fermana 74’an hatin bibîranîn
Di civîneke li Tirbespiyê qurbaniyên Fermana 74’an hatin bibîranîn
Di civîneke li Tirbespiyê qurbaniyên Fermana 74’an hatin bibîranîn
Di civîneke li Tirbespiyê qurbaniyên Fermana 74’an hatin bibîranîn
3 tebax, 2026   13:33
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Êzidî-Rojava bi boneya salvegera qirkirina ku li dijî civaka Êzidî ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve di 3`yê Tebaxa 2014`an (Fermana 74’an) de hate kirin, li navenda Mala Êzidiyan a li bajarê Tirbespiyê civînek li dar xist. Jinên Kurd, Ereb û Suryan di civînê de amade bûn.

Civînê rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn ku yek ji şahidên bûyerên li Şengalê ye, axivî û da zanîn ku tişta bi serê civaka Êzidî de hat, berdewama qirkirinên ku di dîrokê de li dijî gelê resen li herêmê bû.

Netewî Xemgîn diyar kir ku qirkirin bi piştgiriya hêzên herêmî û bi armanca tunekirina pêkhateya resen pêk hat. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi destpêkirina êrişa li ser Şengalê re ji bo parastina sivîlan korîdorên mirovî vekirin û parastina civaka Êzidî kir.

Netewî Xemgîn destnîşan kir ku berxwedana YPJ`ê bandoreke mezin li pêşxistina îradeya jinên Êzidî û piştgiriya wê ji bo têkoşîn û parastina civakê kir, ev yek di rizgarkirina Şengalê de hat dîtin.

Civîn bi pêşandana belgefîlmeke têkildarî qirkirina li dijî Êzidiyan û nîqaşan bi dawî bû.

(sb)

ANHA