Li Solaxê şehîdên fermanê hatin bîranîn

Li Şengalê bi merasîmekê şehîdên fermanê hatin bibîranîn. Her wiha daxwaz hate kirin ku kesên bûne sedema fermanê û Êzîdî neparastin werin darizandin.

Li Solaxê şehîdên fermanê hatin bîranîn
3 tebax, 2026   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Merasîma bîranînê li Bîrdariya Fermanê ya li Solaxê pêk hat û bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di merasîmê de ku gelek siyasetmedar, rayedarên Iraqê û kesayetiyên xwedî bandor ji Şengalê heya Bexdayê tê de amade bûn, civaka Êzîdî bi daxuyaniyekê nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê yên li hemberî Êzîdiyan şermezar kirin.

Piştre ji aliyê Qewalan ve duayên olî hatin xwendin. Di merasîmê de li ser navê civaka Êzîdî daxuyaniyek bi zimanê Erebî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate daxwazkirin ku Pêşmergeyên PDK’ê û Leqa 17 ku wê demê li Şengalê bûn û gel bê parastin hiştin, werin darizandin û hesabê fermanê ji wan were xwestin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku beriya 12 salan di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran mirov kuştin, revandin û koçber kirin. Hate destnîşankirin ku vekişîna ji nişkanve ya Pêşmergeyên PDK’ê û Liqa 17’an ku ewlehî di destê wan de bû, gelê Êzîdî di rûbirûbûna jenosîdê de tenê hişt û ev yek wekî trajediyeke mezin a terkkirinê hate pênasekirin. Di berdewamiyê de hate gotin ku eger berxwedana lehengane ya şervanên Êzîdî yên li Sîba Şêx Xidir, Kerezirk û Çiyayê Şengalê nebûya, plana DAIŞ’ê ya ji holê rakirina Êzîdiyan dê bi ser biketa.

Civaka Êzîdî di daxuyaniya xwe de bang li Hikûmeta Îraqê û saziyên navneteweyî kir ku berpirsiyariya xwe ya exlaqî û destûrî bînin cih. Di vê çarçoveyê de hate daxwazkirin ku komîsyoneke neteweyî ya serbixwe bo lêkolînkirina sedemên ketina Şengalê û darizandina tawanbar û kesên xemsarî kirine bête avakirin.

Her wiha hate xwestin ku Lijneya Lêgerîna li Revandiyan çalak bibe, xebatên gorên komî û pişknîna DNA’yê werin lezkirin, mûzeyeke neteweyî ya jenosîdê bê çêkirin û dadgeheke taybet a Îraqî bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî ji bo darizandina endamên DAIŞ’ê were sazkirin.

Di heman demê de hat destnîşankirin ku divê mafên malbatên şehîd û birîndaran bê derengketin werin dabînkirin, zirarmend werin qerebukirin, Şengal ji nakokiyên siyasî bê dûrxistin û rêveberiyeke herêmî bi vîna xelkê bê avakirin. Ji bo ewlehiya domdar hate daxwazkirin ku hêzên berxwedanê yên Êzîdî di nav pêkhatyeke ewlehiyê ya fermî de cih bigirin û qanûnek ji bo qedexekirina gotara nefretê bê pejirandin.

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku piştgiriya lojîstîkî bide vekirina gorên komî, alîkariya rasterast pêşkêşî Şengalê bike û rêkarên penaberiyê bo Êzîdiyên koçber hêsan bike.

Her wiha piştî daxuyaniyê,kesên amade li ser gora Dayka ya li Saloxê gul danîn û ew bi bîranin.