Îran ragihand ku dê Tengava Hurmuzê bigire

Dezgehên medyayî yên Îranê ragihandin ku Pasdarên Şoreşê, wekî bersivek li hember êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser Lubnanê, trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê girt.

Îran ragihand ku dê Tengava Hurmuzê bigire
20 hezîran, 2026   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê li ser zimanê Navenda Xetam El Enbiya ku Fermandariya Bilind a Leşkerî ya Hevbeş a Îranê ye, ragihand ku Tengava Hurmuzê dê ji ber binpêkirinên peymana agirbestê ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê ve ji trafîka deryayî re were girtin.

Di heman demê de, Cîgirê Serokê DYA`ê J.D. Vance ji Fox News re got ku "tu delîl tune ku Îranê Tengava Hurmuzê girtiye."