Şampiyoniya Şetrancê li Til Temirê bi dawî bû

Şampiyoniya Şetrancê ya Şehîd Ziyad Heleb li Til Temirê di roja xwe ya duyemîn de bi xelatkirinê sê lîstikvanên herî serkeftî bi dawî bû.

Şampiyoniya Şetrancê li Til Temirê bi dawî bû
Şampiyoniya Şetrancê li Til Temirê bi dawî bû
Şampiyoniya Şetrancê li Til Temirê bi dawî bû
Şampiyoniya Şetrancê li Til Temirê bi dawî bû
Şampiyoniya Şetrancê li Til Temirê bi dawî bû
Şampiyoniya Şetrancê li Til Temirê bi dawî bû
20 hezîran, 2026   16:52
HESEKÊ

Piştî yariyên 2 ku li gorî pergala Swîsreyî hat lidarxistin, Şampiyoniya Şetrancê ya Şehîd Ziyad Heleb, ku ji hêla Ciwanên Til Temirê ve bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin, îro bi dawî bû. 14 lîstikvan ji temenên cûda beşdar bûn.

Di roja duyemîn de tûrên mayî yên şampiyoniyê bi dawî bûn, beşdaran çar tûrên din lîstin.

Di dawiya şampiyoniyê de, lîstikvanên ku sê astên pêşîn bi dest xistin, hatin xelatkirin.

Her wiha hemû  lîstikvanên ku beşdarî vê çalakiyê bûn jî hatin xelatkirin.

(k)