Karker ji ber bêkariyê bêzar in

Li bajarê Hesekê bi dehan karkerên rojane dixebitin, di bin rokê de li bendê ne ku karekî peyda bikin û bixebitin lê gelek rojan destvala vedigerin mala xwe.

Karker ji ber bêkariyê bêzar in
21 hezîran, 2026   05:43
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Bi dehan karker li kolanên Hesekê ji sibehê heyanî êvarê di bin rokê de li bendê ne ku kar peyda bikin û bixebitin. Gelek ji wan dibe ku kar peyda nekin û wê rojê destvala vegerin mala xwe.

Karkerê bi navê Ehmed El Xelef (70) got ew tenê dixebite û mala xwe xwedî dike û wiha pê de çû: "Ev bûye 57 sal ez karker im. Em her tim li aliyên têkildar vedigerin ji bo çareseriyê ji pirsgirêkên me re bibînin, lê em nagihêjin encamê. Gelek kes betal in û kar peyda nakin. Carinan em rojekê kar dikin û dibe ku 3 rojan kar nekin, ji ber kar nîn e. Em destvala vedigerin malê û nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Zarokên min hene diçin dibistanê lê ez nikarim pêdiviyên wan pêk bînim."

El Xelef diyar kir ew dema dixebitin 50 heyanî 100 hezar lîreyî digirin û wiha lê zêde kir: "Em bi 50-100 hezar lîre nikarin debara jiyana xwe bikin. Em rewşa xwe ji şaredarî û saziyên têkildar re dibêjin lê bersiv nadin me û kar ji me re peyda nakin."

Karkerê bi navê Xelef El Ubêd (80) got: "Em dixwazin debara jiyana xwe bikin û karekî bikin. Ez her roj tême bazarê û ji sibehê heyanî êvarî li ber rokê li bendê me ku karekî bikim. Ev bûye 45 sal ez karker im, dema temenê min biçûk bû min dikarîbû ez hemû karî bikim lê niha temenê min bûye 72 sal û kesek kar nade min ji ber temenê min mezin bûye. Kar gelekî kêm bûye, anceq heftê yan deh rojan carekê ez karekî peyda dikim û dixebitim. Carne 15 roj derbas dibin û kar nîne ez bikim. Em gelekî zehmetî dibînin ku debaran jiyana xwe bikin, carne em tenê nan û çayê dixwin."

El Ubêd anî ziman ku li kolanan jî xwediyên dikanan destûr nadin wan ku li ber siya dikanan bisekinin.

Karkerê bi navê Xelef Mihemed (50) diyar kir ew rojane li kolana ne û li kar digerin û wiha lê zêde kir: "Em dixwazin debara jiyana xwe bikin lê gelek caran em destvala vedigerin malê. Em dixwazin kar ji me re peyda bikin ji bo em bikarbin xwe xwedî bikin."

Hevserokê Yekitiya Karkeran a Hesekê Şêro Şero ji bo rewşa karkeran wiha axivî: "Ji sala 2017`an ve em ji Şaredariya Hesekê erdekî dixwazin ji bo ku em cihê karker lê bisekinin, çêkin. Her wiha me xwest komîteyên taybet karkeran bi rêxistin bikin da ku mafên wan biparêzin."

Şero diyar kir ku cihek li Hesekê nêzî çemê Xabûr ji bo karkeran diyar kirine lê ne guncaw bû û wiha lê zêde kir: "Li Dêrikê cihê ku diyar kiribûn ne guncaw bû, ji ber milkê taybet bû. Ji bo karkerên Qamişloyê jî em li ser dixebitin cihê wan ji Çerxerêya Yûsiv Gulo biguherînin û bibin cihekî nû. Şaredarî û aliyên têkildar jî divê bi me re bibin alîkar."

Şero da zanîn ku şênî rexne dikin çima karker li kolanên bazara navendî disekinin û wiha got: "Em wek Yekitiya Karkeran hewl didin îsal vê pirsgirêkê çareser bikin û cihên guncaw ji karkeran re peyda bikin. Karker li kolanan belav dibin ji ber vê yekê em ê wan bi rêxistin bikin. Ji bo em mafên wan biparêzin em ê navên wan di Yekitiya Karkeran de qeyd bikin û wan bi rêxistin bikin."

(np)

ANHA