Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir

‘Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan’ bang li gelê Kurd û azadîxwazên li cîhanê kir ku bertekan li hember tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û biryarên li dijî wî nîşan bidin. Her wiha diyar kir ku divê têkoşîn bê mezinkirin ji bo ku û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir
8 gulan, 2024   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî biryara desthilata Tirk ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 3 mehan qedexe kir, Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê dauxyaniyeke nivîskî weşand.

Însiyatîfê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya ferzkirina cezayên displînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan careke din kîna xwe ya li hember kurdan aşkera kir.

Her wiha însiyatîf di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevî şert û mercên dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ne guncew in, dewleta Tirk li kêleka tecrîdê ferzkirina cezayên dîsplînê didomîne lê belê li hember wan sûcên dermirovî û hovane, Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke dîrokî dimeşîne.

Însiyatîfê îşaret pê kir ku dewleta Tirk, daxwazên azadîxwazan, demokratan û wêjevanan ên ku di hemleyên xwe yên cîhanê de li seranserî cîhanê banga bi dawîkirina tecrîdê dikin, paşguh dike û îsbat dike ku bi kiryar û kirinên xwe li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û cîhanê gef e.

Însiyatîfê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van sûcan, vîna kurdan bişikîne û bang li gelê Kurd û Kurdistanê, azadîxwazên li Tirkiyeyê û cîhanê kir ku bertekekê li hember van kiryaran û sûcan û zihniyeta înkarkirinê nîşan bidin û planên wê yên dijminane têk bibin, ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşînê mezin bikin.

Her wiha însiyatîfê bang li rêxist û desteyên mafên mirovan ên cîhanê û navneteweyî kir ku rola xwe çalak bikin, li Tirkiye ferz bikin ku siyaseta tecrîdkirinê bi dawî bike, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne. Însiyatîfê di heman demê de bang kir ku komîteyeke têkildar bişînin girtîgeha Îmraliyê ji bo ku gumanên li cem gelê Kurd û dostên wan ji holê rakin û tecrîda li ser bi dawî bikin.

(şx)