Îlham Ehmed bi Hind Qebewat re dosyaya dîlgirtiyan û rola jinan nîqaş kir

Hevesroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Wezîra Kar û Barên Civakî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Hind Qebewat re pêwîstiya entegrekirina jinan di saziyan de, dayîna roleke bingehîn ji bo jinan di biryardanê de û berdana dîlgirtiyan nîqaş kirin.

8 nîsan, 2026   17:32
HESEKÊ

Îro, li bajarê Hesekê di navbera Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Wezîrê Kar û Barên Civakî ya hikumeta demkî Hin Qebewat de hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de endamên rêxistinên jinan, jinên hiqûqnas, nûnerên Kongra Star û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Di civînê de bal li ser dosyayên bingehîn weke ruxsetkirina rêxistinên jinan, rola jinan di hikumeta nû de, pirsgirêkên koçber û dîlgirtiyan hat kişandin.

Dîwanek ji bo birêvebirina civînê ji Îlham Ehmed, Şêwirmenda Navneteweyî Zên El Melazî ya ji Saziya "Norff" a Swîsreyê, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan Hesen, endama civaka sivîl Sozan Elûş hat avakirin.

Îlham Ehmed di axaftina xwe de behsa girîngiya cudakirina di navbera entegrasyona ku taybermendiyê diparêze û entegrasyona ku dibe sedema asîmîlasyonê de, kir û got: "Li gorî peymanên hatine îmzekirin divê taybetmendiyên herêmên Kurdî di ber çavan re were girtin û parastina nasnameya xwecihî şertî bingehîn di her rêveçûnekê de ye."

Îlham got: "Entegrekirina jinan di nav saziyan de û dayîna roleke bingehîn di biryardanê de gaveke girîng e ku nayê dûrxistin. Mekanîzmaya pejirandî jî ji her saziyekê sê navan pêşniyar dike, di nav de du jin û yek mêr."

Di dawiyê de Îlham Ehmed anî ziman ku pirsgirêka dîlgirtiyan hîna rûbirûyî astengiyan e û îşaret bi sozên berdana 300 dîlgirtiyan kir ku hîna bi cih nehatiye. Şopandina vê dosyayê berpirsiyareke exlaqî ya giştî ye ku wê dîsa di civînên bê de were pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA