Hollanda biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Hewlêrê bigire

Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ji ber îhtîmala ku Îran êrîşî Îsraîlê bike, balyozxaneya xwe ya li Hewlêrê girt.

Hollanda biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Hewlêrê bigire
13 nîsan 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ragihand ku ji ber gengeşeya ku li Rojhilata Navîn zêde dibe û îhtîmala ku Îran êrîşî Îsraîlê bike, biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Hewlêrê bigirin.

Her wiha Sefafetxaneya Bilind a Hollandayê ya li Îranê jî wê ji roja Yekşemê û şûnde bê girtin.