Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan

Cenazeyê şehîd Mihemed bi merasîmeke biheybet hat veşartin û gerîlayê YJA-Starê Mizgîn Dilbirîn a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
Li Kobanê merasîmê 2 şehîdan
13 nîsan, 2024   15:36
KOBANÊ

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan jî di nav de, gelê kantona Firatê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Mûsa ê ku 10`ê Nîsanê li ser erka xwe li bajarê Kobanê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kir.  Di merasîmê de gerîlaya YJA- Starê Mizgîn Dilbirîn (Fatme Îbrahîm) ku ew jî di 1`ê Cotmeha 2021`an de li Avaşînê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Kantona Firatê Nebo Temo di merasîma oxirkirinê de got: “Rêya şehadetê jiyana azad e, di dîroka tevgera azadiyê de ev cara yekemîn e ku tevahî Kurd li ser pêyan in. Me gelek şehîd dan û em ê heta azadiyê jî şehîdan bidin.”

Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Sara Xelîl jî axivî û got şehîd Mizgîn û Mihemed ji bo avakirina civakeke azad û aram li ber xwe da û wiha anî ziman: "Şehîd Mihemed bavê 3 zarokan bû, lê ji bo azadiya welat jî canê xwe feda kir. Bi sedan jî wekî Mihemed hene û bo azadiyê tê dikoşin."

Keça şehîd Mihemed Sozdar Mûsa jî got: "Bi tilîlî û nîşaneyên serkeftinê bavê min oxir bikin."

Li ser navê malbata şehîd Mihemed, Şêx Ehmed Hemo axivî û wiha got: "Gerîlayên me di nava mercên herî zehmet de û li ku dibe bila bibe di nava têkoşînê de ne, divê em jî êdî xwedî li wan şehîdên xwe derkevin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd Mihemed El Mûsa bi tilîlî û dirûşman hat veşartin.

(sş)

ANHA