Fûad Husên: Bi zêdetirî 70 dron û mûşekan Hewlêrê hat bombebarankirin

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên diyar kir ku bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê rûbirûyî êrişên dijwar hatiye, bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin.

Fûad Husên: Bi zêdetirî 70 dron û mûşekan Hewlêrê hat bombebarankirin
2 adar, 2026   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Ziyad re axivî.

Di peywendiya telefonê de, Fûad Husên destnîşan kir ku bajarê Hewlêrê û deverên din yên Iraqê bi êrişên dijwar re rûbirû mane û tenê Hewlêrê ji hêla zêdetirî 70 drone û mûşekan ve hatiye hedefgirtin.

Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê jî Şêx Ebdullah bin Zayed El Nehyan jî da zanîn ku welatê wan jî bi nêzîkî 800 mûşek û dronan hatiye bombebarankirin.