Fermandarê CENTCOMʹê gihaşt Îsraîlê

Di demekê de artêşa Îsraîlê, li ser bersivdana êrişa bi moşekan a Îranê, amadekariya êrişa li dijî Îranê dike, îro fermandariya CENTCOMʹê gihaşt Îsraîlê.

Fermandarê CENTCOMʹê gihaşt Îsraîlê
5 cotmeh, 2024   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku, di demekê amadekariyên êrişa li dijî Îranê tên kirin, fermandarê CENTCOMʹê gihaşt Îsraîlê.

Kanala 12ʹan a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî Îsraîlê diyar kir ku Îranê şaştiyek mezin kir û dê berdêlê bide.

Her wiha rojnameya Maariv a Îsraîlê li ser zimanê artêşa Îsraîlê ragihand ku amadekariyên bersivdana êrişa Îranê dewam dikin û dê bandor giran û mezin bin.

Li aliyekî din jî wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî got dê bersivdana Tehranê li dijî her êrişeke Îsraîlê mezin û xurt be û teqez kir ku Til Avîv dikare vîna Îranê bixe tecrûbeyê.

(fr)