’Hikumeta Şamê berpirsê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye’

Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Partiyê banga rawestandina êrişan û rakirina dorpêçê kir.

’Hikumeta Şamê berpirsê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye’
7 cotmeh, 2025   02:14
NAVNDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriyeya Pêşerojê têkildarî êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, girtiyan rêyan û ambargoya li ser her du taxan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kiryarên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewama kiryarên rejîma berê ne. Hate gotin, ev kiryar binpêkirina peymana 10’ê Adarê ye, di heman demê de hewldana derxistina fitnehyan e.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz hat kirin ku tavilê ambargoyê rake û êrişên li ser sivîlan rawestîne, hesab ji komên êrişkdar bipirse. Her wiha û bang li tevahiya gelê Sûriyeyê hat kirin ku ji  bo şatiya navxweyî û parastina yekitiya welat hevgirtina xwe xurt bikin û piştgiriyê bidin QSD’ê.

(bb)

ANHA