Du salên Xezayê

Plana ku Amerîkayê bi Îsraîlê re ji bo Xezayê pêşkêş kiriye û Hamasê bi qismî qebûl kiriye, hîn ne diyar e wê çi encamê bide, lê 2 salên li Xezayê şopên gelekî bi êş û mayînde yên weke qirkirin, hilweşandin, talan û koçberî hiştin.

Du salên Xezayê
7 cotmeh, 2025   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Di 7'ê Cotmeha 2023'yan de Ketîbeyên Qesam û komên çekdar ên girêdayî Hamasê êrişî baregehên Îsraîlê kirin. 

Di çend saetan de nêzî hezar kes li Îsraîlê hatin kuştin û 251 kes dîl hatin girtin. Piştî van êrişan Îsraîlê jî êrişên dijwan dan destpêkirin û Xeza bû qadek vekirî ya şer û pevçûnan.

BÎLANÇOYA ŞER

Hat gotin ku êrîşa Hamasê, ji 1948'an ve bû êrişa herî herî mezin a li dijî Îsraîlê. Lê êrişên Îsraîlê hîn berfireh û dijwartir bûn. Xeza veguherî qadeke vekirî ya şer. Li gorî daxuyaniyên fermî yên rayedarên Xezayê heta niha 76 hezar û 639 kes hatin kuştin û winda bûn. Ji yên hatine qetilkirin 20 hezar zarok, 12 hezar û 500 jî jin in.

Li gorî amarên fermî hezar û 670 endamên tîmên tenduristiyê, 140 endamên berevaniya sivîl, 254 rojnamevan, 176 karmendên şaredariyan, zêdetirî 787 polîs û endamên saziyên belavkirina alîkariyan û 894 werzîşvan hatin kuştin. Bi hezanar Filistînî jî hatine girtin.

Li aliyê Îsraîlê jî ji 7'ê Cotmeha 2023'yan ve hezar û 152 leşker hatine kuştin. Hîn jî bi dehan girtî li cem Hemasê hene.

Li gorî daxuyaniyan, zêdetirî ji sedî 60’ê avahiyên Xezayê bi temamî hilweşiyane, 350-400 avahiyên niştecihbûnê ji xizmetê derketine û nêzî 2 mîlyon kes koçber bûne. Ji ber ku ji sedî 90’ê nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li Xezayê ji xizmetê derketin, zêdetirî ji sedî 70’yê dibistanên Xezayê bûn wargeh û nexweşxaneyên demkî.

Tê gotin ku ziyana maddî ya li Xezayê nêzî 70 mîlyar dolar e.

BERFIREHBÛNA ŞER

Ev şer di sînorên Xezayê de nema. Şer gihîşt Hizbullah a Lubnanê û Hûsiyên li Yemenê jî.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de Sekreterê Giştî yê Hizbullah Hesen Nesrellah û fermandarên din ên rêxistinê li Beyrûtê hatin kuştin. Îsraîlê bi rêya êrişên hewayî, bejahî û teknîkê (êrişa bi cîhazên pager) Hizbullah lewaz kir.

Îsraîlê, bi desteka Amerîkayê, yek ji êrişên mezin jî li dijî Îranê pêk anîn. Di êrişên 12 rojna de gelek fermandar û berpirsên Îranê hatin kuştin, zirarek mezin gihîşt bernameya atomî ya Îranê. Dîsa Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li navenda Tehranê di êrişek Îsraîlê de hat kuştin. Îranê jî bi bersivên ku dane zirareke gihand Îsraîlê.

Bi hilweşîna rejîma Beşar Esed a li Sûriyeyê re Îranê hevkareke xwe ya girîng li herêmê ji dest da.

DANÛSTANDIN Û ZEXT

Di vê pêvajoya pevçûn û şeran de, Misr û Qeterê ji bo danustendinan navbeynkarî kir. Di sala yekemîn a şer de agirbesteke demkî hat ragihandin, lê piştre hilweşiya û şer dom kir.

Di sala duyemîn de gerên danûstandinan li Qahîre û Dohayê bi rê ve çûn, lê ew jî bê encam man.

Piştî ku li Xezayê berpirsê Hamasê Mihemed El Sinwar hat kuştin, Hemas hîn lawaztir bû, lê şer berdewam kir, danûstandin jî dom kirin.

Di 29’ê Îlona 2025’an de Serokê Amerîkayê (DYA) Donald Trump, piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re, plana ji bo Xezayê ku ji 20 xalan pêk tê eşkere kir. Netenyahu got ku ewê li gorî planê tevbigerin. Piştî çend rojan de jî Hamasê diyar kir ku wana plan bi qismî qebûl kiriye.

Plan hat eşkerekirin, lê li Xezayê alozî û pevçûn jî hîn didomin.

Ji bo pêkanîna planê şandeyêne Îsraîl, Hamas û navbeynkaran li Misrê kom bûn. Lê encam wê çi be hîn nediyar e.

(mh/a)

ANHA