Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn

99 şehîdên têkoşîna azadiyê bi merasîmekê li bajarê Til Temirê hatin bibîranîn.

Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê 99 şehîd hatin bibîranîn
16 mijdar, 2024   15:23
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ji bo 99 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yekîneyêên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Erka Xweparastinê, Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûr, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Gel (HPG) yên di Tîrmeh, Tebax, Îlon, Cotmeh û Mijdarê de şehîd bûne, merasîma bîranînê li hola meclisê ya li bajarê Til Temirê li dar xist.

Di destpêka merasîmê de helbestvan Nalîn El Yunis helbest li ser şehîdan xwendin. Piştre hevserokê Meclisa Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Eliyat axivî.

Eliyat got: "Axa bi xwîna şehîdan hatiya avdan pak û pîroz e. Serkeftina hatiye bidestxistin berhemên keda van şehîdan in."

Eliyat silav ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin û got: "Dema em şehîdên xwe bi bîr tînin em careke din soz didin te ku li ser şopa te û ya şehîdan bin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûr Suheyle Davîd axivî û got: "Em şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin ku bi saya wan em di nava aştiyê de dijîn."

Suheyle anî ziman ku van şehîdan ax û gelê herêmê ji rêxistinên herî terorîst parastin. Suheyle soz da ku heta armancên şehîdan bi cih bînin, dê li ser rêya şehîdan bin.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek têkildarî 99 şehîdan û fedakariyên wan hate pêşandan.

(şx/bb)

ANHA