Hêzên Îranê Zarokek bi giranî birîndar kir

Hêzên Îranê li sînorê Serdeşt zarokek kolber ji çavên wî bi giranî birîndar kirine. Metirsî heye ku zarok her du çavên xwe winda bike.

Hêzên Îranê Zarokek bi giranî birîndar kir
4 gulan, 2024   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Kolber News’ê ragihandî şeva borî (3-5-2024) hêzên Îranê li sînorê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê, zarokek kolber ji çavên wî bi giranî birîndar kirine.

Her wiha hate diyarkirin ku zarok ji her du çavên xwe bi giranî birîndar bûye û metirsî heye ku her du çavên xwe winda bike.