Hêzên Îranê malbatek Kurd girt

Hêzên ewlehiyê yên Îranê li gundekî Dîwandereyê dayik, bav û zaroka wan a 16 salî bêyî biryara dadgehê girtin. Zarok piştî çend rojan hat berdan, lê dayik û bav hê jî di hucreya yekkesî de têne ragirtin.

Hêzên Îranê malbatek Kurd girt
24 tebax, 2026   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporek ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ve hatiye weşandin, di 14’ê Tebaxa 2026’an de, hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê li gundekî Dîwandereyê bi ser malekê de girtin û ji malbatekê 3 kes girtin.

 Di raporê de hat diyarkirin ku Meryem Muradiyan, Sîrus Hemîdî û zaroka wan a 16 salî, Kurdîya Hemîdî, piştî girtina wan rakirine Girtîgeha Jinan a bajarê Sine û Girtîgeha Navendî ya Sine.

Zaroka 16 salî hate berdan

Kurdîya Hemîdî ku ligel dayika xwe Meryem Muradiyan li Girtîgeha Jinan a Sine di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, piştî çar rojan hate berdan. Lê belê rewşa dayik û bavê wê hîn jî ne diyar e.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Meryem Muradiyan û Sîrus Hemîdî hîn jî li girtîgehên Sine di hucreyên yekkesî de têne girtin. Rayedarên girtîgehê mafê şêwirmendiya hiqûqî (parêzer) û serdanên malbatê nadin van girtiyan.

Heta niha ji aliyê desthilatdaran ve tu daxuyaniyek li ser sedemên girtina vê malbatê an jî sûcdariyên li dijî wan nehatiye dayîn.