Li Sûdanê 2 endamên Hêzên Parastina Aştiyê hatin kuştin

Li eyaleta Coniqlî ya başûrê Sûdanê 2 endamên Hêzên Parastina Aştiyê di encama kemînekê de hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Li Sûdanê 2 endamên Hêzên Parastina Aştiyê hatin kuştin
24 tebax, 2026   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li eyaleta Coniqlî ya başûrê Sûdanê kemînek ji dewriyeya Hêzên Parastina Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî re hat danîn, di encamê 2 endamên Hêzên Parastina Aştiyê  hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa Reutersê, mîsyona Neteweyên Yekbûyî ragihand ku çekdarên nenas êrişî dewriyeya hêzê ya ku diçû Bacûtê kirin û da zanîn ku ji birîndaran 3 endamên Hêzên Parastina Aştiyê, 2 polîsên nîştimanî û karmendên sivîl hene.

Mîsyonê ji bo parastinê hêza pêşîlêgirtinê şand herêmê û banga lezgîn a lêkolînkirina bûyerê kir.

Her wiha ragihand ku êrişên li dijî Hêzên Parastina Aştiyê li gorî qanûnên navneteweyî dighêjin asta sûcên şer.

(bb)