Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin

Xelkê Dirbêsiyê û gundewarê wî şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Zîlan Kendal û Sosin Çekdar oxir kirin.

Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin
Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin
Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin
Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin
Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin
Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin
Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin
Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin
Şehîd Zîlan û Sosin bi merasîmekê hatin oxirkirin
24 tebax, 2026   21:19
HESEKÊ

Xelkê bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zîlan Kendal (Yasmîn Hisên Silêman) û Sosin Çekdar (Gulnaz Asim Kaso) yên ku 9’ê Çileyê di Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de di de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê oxir kirin. 

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dirbêsiyê Fîdan Dirbêsiyê sersaxî da malbatên her du şehîdan û got: “Hêzên me di salên borî de destanên lehengiyê di oxira parastina herêmê de nivîsandin û fedakariyên mezin da ku bûn mertalên xurt li dijî êrişên dagirkeriyê.”

Endama Meclisa Kongra Star a Zirganê jî Mîliya Mano sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêça şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girse bi dirûşme û tiîliyên dayikan cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

 (f)

ANHA