Ji bo berdanê 5 hezar dolar ji malbata Ebûd Eto dixwazin

komên ku ciwanê ji xelkê bajarê Til Eranê yê Helebê revandibû, ji bo berdanê 5 hezar dolar ji malbatê dixwazin.

Ji bo berdanê 5 hezar dolar ji malbata Ebûd Eto dixwazin
3 cotmeh, 2025   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê daxuyand ku duh hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ciwanê bi navê Ebûd Ehmed Cuma Eto (30) bi hinceta guhdarîkirina li stranên kurdî, ji kargeha xalê xwe ya kirîn û firotina erebeyan a li gund revand. Rêxistinê diyar kir ku ciwan birine girtîgeha El Wahe-Sifêra ya li başûrê Helebê.

Li gorî rêxistinê, ji bo ku Ebûd Cuma Eto berdin, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 5 hezar dolar ji malbatê xwestine.

Cuma Eto di dema destpêkirina krîza Sûriyeyê de ji Sûriyeyê derketibû û vê dawiyê bi mebesta serdana malbat û xizmên xwe, ji Başûrê Kurdistanê vegeriya gundê xwe. Lê piştî destûra wî bi dawî dibe, ew ê vegeriya Başûr.

(fr)