Lêkirina dîwar li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê bi dawî bû

Hikumeta Iraqê lêkirina dîwar li herêma Baxoz a li sînorê Iraq-Sûriyeyê bi dawî kir.

Lêkirina dîwar li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê bi dawî bû
28 ÇILE, 2024   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya wezîrê hundirîn ê Iraqê Ebdulemîr El Şemerî ragihand ku îro lêkirina dîwarê li herêma Baxoz a li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê bi beşdariya wezîrê hundirîn û fermandarê hêzên sînor û hin fermandarê ewlekariyê, hat bidawîkirin.

Nivîsgehê da zanîn ku di çarçoveya tedbîrgirtinên ewlehî yên wezareta hundirîn de dîwar hat lêkirin da ku ewlehiyê bi pêş bixin, rê li ber qaçaxçîtiyê bigirin û çeteyên DAIŞˊê têk bibin.

Her wiha di daxuyaniya nivîsgehê de hat destnîşankirin ku El Şemerî serdana hin nuqteyên li ser sînor kir û spasiya keda hêzên sînor kir.

(mh)