Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê alîkariyê kom dike

Heyva Sor a Kurd li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi komkirina alîkariyan ji bo Siwêdayê kir.

Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê alîkariyê kom dike
Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê alîkariyê kom dike
Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê alîkariyê kom dike
Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê alîkariyê kom dike
Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê alîkariyê kom dike
Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê alîkariyê kom dike
Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê alîkariyê kom dike
Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê alîkariyê kom dike
26 tîrmeh, 2025   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevya Sor a Kurd di 23’yê Tîrmehê de ji bo mexdûrên êrişên li Siwêdayê kampanyaya komkirina alîkariyan ragihandibû.

Di çarçoveya pêngavê de vê sibehê li navendên Hevya Sor a Kurd ên li Dêrik û Girkê Legê kampanyayê dest pê kir û gelek şêniyan alîkarî dan.

Rêvebera Heyva Sor a Kurd a Girkê Legê Meryem Hesen der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Trajediya mirovî ya li Siwêdayê hişt em bi lez bikevin nava tevgerê û kampanyaya komkirina alîkariyan bidin destpêkirin da ku destê xwe dirêjî xelkê me yê li wir bikin."

Li gorî rêveberiya Hevya Sor a Kurd, kampanyaya komkirina alîkariyan dê li tevahiya navendên Hevya Sor a Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidome.

Heyva Sor a Kurd 23’yê Tîrmehê ji bo mexdûrên li Siwêdayê kampanyaya komkirina alîkariyan ragihandibû û destnîşan kiribû ku kesên dixwazin alîkariyê bikin dikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd bikin.

Li gorî Rêvberiya Heyva Sor a Kurd kesên li derveyî Sûriyeyê dijîn û dixwazin alîkariyê bikin, dikarin alîkariyê li ser van hesabên li jêr bikin:

Heyva Sor a Kurdistane e.V.

Bank: Kreissparkasse Köln

IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Paypal:  https://www.paypal.com/donate/?hosted_button_id=ST5BWWFB7FPGS

Paypal: [email protected]

(bb)

ANHA

DÊRIK

GIRKÊ LEGÊ