Gelo ENKS li dijî biryara konferansa yekrêziyê ye?

Hikûmeta Veguhêz ji hinek endamên ENKS’ê re vexwendnameya hevdîtinê şand. Şandeya Kurdî xwest ku ENSK bi tenê neçe, lê wan biryara çûna Şamê da. 

Gelo ENKS li dijî biryara konferansa yekrêziyê ye?
11 îlon, 2025   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çend roj beriya niha hatibû gotin ku Serokê Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê Ehmed El Şeraa ji bo çend rêveberên ENSK’ê nameyek şandiye û ew ji bo hevdîtinê vexwendine Şamê. 

Rayedarên ENSK’ê ev piştrast kirin ku name ji wan re hatiye û ew çûna Şamê dinirxînin.

Endamê Desteya Rêveber a ENKS’ê Silêman Oso derbarê mijarê de agahî dan ANHA’yê û diyar kir ku name ji wan re hatiye. Oso da zanîn ku ew vê yekê erênî dibînin, hevdîtin girîng e, lewma ew ê ibç in, lê dema hevdîtinê hîn nediyar e.

Oso diyşar kir ku biryarên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî (26’ê Nîsana 2025) ji bo wan girîng in. Lê neçûna Şamê jî şaş e.

KONFERANSÊ ÇI BIRYAR GIRTIBÛ

Di konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî ku hemû partiyêne Kurdî yên Rojava û Suriyeyê tevlî bibûn de, biryar hatibû girtin ku şandeyek hevpar were avakirin û pirsgirêka Kurd bi rêya vê şandeyê li gel Şamê were gotubêjkirin.

Piştî konferansê 4’ê Hezîrana 2025’an Şandeya Kurdî ya Hevpar a jibo Diyaloga bi Şamê re hatibû avakirin.

Şandeyê heta niha çend caran di nava xwe de hevdîtin çêkirine, lê hîn neçûye Şamê.

Endama Şandeyê û Hevseroka Giştî ya PYD’ê Pervîn Yusuf têkildarî biryara ENKS’ê ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku wan li ser mijarê bi ENSK’ê re hevdîtin kiriye û got: “Me diyar kir ku pêwîst bû biryara çûna Şamê ji aliyê şandeyê ve bihata dayîn. Biryara yekalî nayê qebûlkirin, divê tu kes bi serê xwe biryarê nede. Em li dijî çûnek bi vî rengî ne.”