‛Hevserokatî modelek serkeftî ye dikare li tevahî Sûriyeyê pêk were’

Beşdarên Konferansa Hevseroketiyê de got, "Pergala hevserokatiyêa li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftineke mezin pêk anî û modeke demokratîk e dikare li tevahî Sûriyeyê pêk were."

27 gulan, 2025   19:20
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya Konferansa Hevseroketiyê bi navê "Ji ciherengiyê hêza me tê… Ji hevkariyê îradeya me ava dibe" li hola Mişwar a bajarê Reqayê li dar xist.

Di konferansê de hevseroketiyên meclis û saziyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Jinan a Sûriyê, nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk û Konfedraliya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Konferansa bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa axivî. Xod El Îsa di axaftina xwe de li ser pergala hevserokatiyê got: "Pergala hevserokatiyê saziyeke ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê, bi taybet jinan, hêviyên avakirina demokasî, edalet û wekheviyê ye. Ev pergal xwe dispêre beşdariya jin û mêran di avakirina siberojê de."

Dûre endama Desteya Seroketiyê ya PYD'ê Foza Yûsif bal kişand ser geşedanên siyasî yên herêmê û got ku li gel desthilata Şamê demokrasî tune ye û ew nûnertiya nêrîna civakê nake.Foza Yûsif banga pêkanîna sîstemeke demokratîk a li gorî tevahî gelê Sûriyeyê kir.

Foza Yûsif got: "Divê temsîleke rastîn û realîst a jinan di sazî û tevahî aliyên jiyanê de hebe. Her wiha destûr û zihniyeta navendî û paşguhkirina nasnameyan hişt ku Sûriyeyî bigihînin vê qonaxê û divê şoreşek li dijî van pergalan pêk bê û şoreşa rasteqîn jî di veguherîna demokrasiyê de ye."

Piştre perspektîf û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser hevseroketiyê ji aliyê hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Zelîxe Ebdî ve hatin xwendin.

Piştre sînevîzyonek li ser rola hevseroketiyê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û asta serkeftina wê, her wiha sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Kerem El Hemed û xebata wê ya di nav Kombûna Jinan a Zenûbiya de hatin pêşandan.

Dûre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Hevseroka Meclisa Giştî ya kantona Tebqayê Macîde El Hisên got ku sîstema hevseroketiyê serkeftineke mezin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xist û ew jî bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan e, û ev sîstem edalet û wekheviyê di nava tevahî pêkhateyên civakê de bi pêş dixe.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Îbrahîm El Uwês got pêwîst e zilm alîkariya jinê di rizgarkirina ji zayendperestiyê de bike û jin tevahî maf û xwestekên xwe wergirin.

Seroka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Cîhan Xidro girîngî da piştgiriya jinan û got divê ew heta di hêzên leşkerî de jî xwedî rola aktîv be.

Cîhan wiha domand: " Em li herêmeke zehmetiyên mezin hene dijîn. Hin alî hewl didin derbeyê li projeya Rêveberiya Xweser û pergala hevserokatiyê bidin. Di heman demê de pevçûn û zehmetiyên girêdayî naskirina navneteweyî jî hene û ew jî mijara berdewamkirina vê projeyê û îstîqrara herêmê ye."

Piştre helbestên li ser rola jinan, serkeftina wan û rola wan di vejandina kultûrê de ji aliyê Fatme El Şamî ya ji kantona Dêrazorê û Ehmed El Borsan ê ji kantona Reqayê ve hatin xwendin.

Çaverê ye konferansên bi heman rengî li kantonên Firat û Cizîrê, û bajarê Helebê bi armanca gihandina nêrînên hevbeş ji bo giştîkirina vê projeyê li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê û derbaskirina zehmetiyan, werin lidarxistin.

(mh/fr)

ANHA