Rêveberiya Xweser li Almanayê bi rayedarê dosya Sûriyeyê re civiya

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Wezareta Derve ya Almanyayê bi rayedarê dosyaya Sûriyeyê û tîma wî ya pisporê kar û barên Sûriyeyê û têkoşîna dijî "terorê" re pêşdeçûn û diyaloga li Sûriyeyê û îstîqrara herêmê nîqaş kir.

Rêveberiya Xweser li Almanayê bi rayedarê dosya Sûriyeyê re civiya
27 gulan, 2025   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bediran Çiya Kurd, li avahiya Wezareta Derve ya Almanya bi rayedarê dosyaya Sûriyeyê Stefan Schneck û tîma wî ya pispor re di karûbarên Sûriyê û têkoşîna dijî (terorê) de civiyan.

Di hevdîtinê de pêşketinên dawî yên li Sûriyê û rêbazên piştevaniya diyaloga bi desthilata Şamê re, mekanîzmayeên xurtkirina tevkariyê di aliyê têkoşîna dijî "terorê" û pêşkêşkirina destekdayîna mirovî de, ji bo misogeriya îstîqrara herêmê, hatin nîqaşkirin.

Her du aliyan li ser rêbazên pêkanîna vegera ewle ya tevahî Sûriyeyiyan li herêmên xwe yên resen, piştgiriya qonaxa siyasî ya veguhêz li ser bingeha tevkariya niştîmanî ya Sûriyeyê ya berfireh nîqaş kirin.

(ac/fr)

ANHA