Hevseroka PJAKˊê: Bi yekîtiyek siyasî em dikarin Rojhilatê Kurdistanê biparêzîn

Hevseroka Giştî ya PJAK’ê Peyman Viyan got ku Rojhilata Navîn bi nexşerêyeke tund re rûbirû ye û gelê Kurd tenê bi avakirina yekîtiya netewî dikare xwe ji projeyên dagirkeriyê biparêze. Viyan got; “Êrişên li ser destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê nîşana tirsa dewletên dagirker ji projeya azadiya jinan û jiyana hevbeş a gelane.”

Hevseroka PJAKˊê: Bi yekîtiyek siyasî em dikarin Rojhilatê Kurdistanê biparêzîn
23 sibat, 2026   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Giştî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Peyman Viyan di hevpeyvîna kanala televîzyonê de li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û xeteriya ku Kurd û Kurdistan pê re rûbirû bimînin û ji bo valaderxistina vê xeteriyê divê Kurd çi bikin, axivî.

Peyman got; “Niha şerekî pir dijwar û taybet tê meşandin da ku nexşeya Rojhilata Navîn jinûve were xêzkirin. Ger gelek xwe bi rêxistin neke û nebe yek, ew ê careke din bibe qurbanê projeya hêzên biyanî. Dewletên neteweyên herêmê bi hişmendiyeke faşîst dixwazin desthilatdariya xwe li ser îradeya gelan ferz bikin. Lê belê gelê Kurd bi pêşengiya projeya azadiya jinan, ji bo tevahiya cîhanê bûye mînakek têkoşînê.”

Peyman da zanîn ku di vê pêvajoya nû de, ruhê neteweyî di nav hemû beşên civakê de bilind bûye û di dewamê de wiha got; “Ev ji bo Rojhilatê Kurdistanê pir girîng e. Ji ber ku rejîma Îranê bi salan e hewl dide bi darvekirin, zext û zordariyê desthilatdariya xwe biparêze. Ji ber vê yekê, ji bo ku hêzên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê ji bo guhertinên li herêmê amade bin, pêdivî bi yekîtîyek mezin heye.”